DANASÎNA KEŞKÛLEKE MELA NEZÎRÊ HERGEMOYÎ

Read full text
Authors: Nurettin Ertekin
Cited by: 0
References: 4

Abstract

Keşkûl an mecmu'e ji bo edebiyata klasîk çavkaniyên giring in. Yek ji giringiya keşkûlan ev e ku di van berheman de di derbarê şi'r û şa‘irên nenas de agahî dihên bidestxistin. Keşkûl, ji bo edebiyata Kurdî ya klasîk bêtir bi nirx û giring in. Lewra hetanî roja me gelek şa‘ir û şi'rên nuh yên edebiyata Kurdî ya klasîk bi rêya keşkûlan dikevin lîteratura edebiyatê. Keşkûleke Mela Nezîrê Hergemoyî yek ji van keşkûlan e ku di vê keşkûlê de hinek şi'r û şa‘irin nenas cih digirin. Di vê xebatê de em li ser danasîna vê keşkûlê û nasandina şi’rên wê sekinin. Me derbarê şa‘irên bi rengekî din dihên nasîn, agahî dan. Di encamê de me dît ku di vê keşkûlê de gelek şi'rên şa‘irên heta niha neketine qada edebiyatê cih digirin. Herweha du şi'rên Feqîyê Teyran cara yekem bi vê xebatê derdikevin holê. Xalên bi vî rengî qîmeta vê keşkûlê zêdetir kiriye ku bibe mijara xebateke akademîk. Ev keşkûl, ji ber amûrên xwe yên resen têkariyê dide edebiyata Kurdî ya klasîk û wê şayeste dike ji bo nirxandineke akademik. Ev xebat, ji bo nirxa edebî û dîrokî ya vê keşkûlê derxîne holê û zêdahiya wê ya li qadê ji xwe re kiriye armanc.

Fields of Study & Subjects

Turkish Literature and Culture Poetry Analysis and Criticism Historical and Literary Analyses

Publication details

Journal / source
Dicle Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Dergisi
Issue
41
Publication date
12 January 2026