MEMÊ EWAN AN JÎ MEMÊ Û EYŞÊ: ÇAVKANIYEKE DEVKÎ JI BO EDEBIYATA KURDÎ YA MODERN

Read full text
Authors: Ömer Delikaya, Halil Akgül
Cited by: 0
References: 5

Abstract

Ev xebat li ser vegêrana kurdî ya devkî ya bi navê “Memê Ewan” an jî “Memê û Eyşê” û adaptasyonên wê yên şanoyî radiweste. Xebata me dixwaze nîşan bide ku çawa destaneke kevn a kurdî bûye çavkanî ji bo çar şanoyên kurdî: Memê Alan (1919) ya Evdirehîm Rehmî Hekarî, Memê û Eyşê (1967) ya Taharê Biro, û Memê û Eyşê (1978) ya Xelîlê Çaçan û Memê Ewan (2017) a Ednan Mistefa ve Şukrî Îbrahîm. Her sê jî ji çavkaniyeke devkî derdikevin, lê bi awayên cuda û li gorî dema xwe û pêwenda siyasî û civakî ya kurdan hatine veçêkirin. Ev xebata ku bi rêbaza wesfî û berawirdî radibe, bandora çandî û siyasî ya vê destan an jî kilamê nîşan dide û destnîşan dike ku çawa şanoya kurdî wekî amrazeke giring ji bo xweîfadekirina nasnameya kurdî pala xwe dide vegêranên ji edebiyata devkî. Adaptasyonên Hekarî û Biro hêmanên neteweperwerî û siyasî dihewînin, lê ya Çaçan li ser mijarên civakî û çînî radiweste. Wekî encam em dikarin bibêjin ku ev xebat têkiliya di navbera şanoya kurdî ya modern û çavkaniyên devkî de ronî dike û nîşan dike edebiyata devkî ji aliyê estetîk û tematîk ve di pêşveçûna şanoya kurdî de bûye xwediyê roleke giring.

Fields of Study & Subjects

Short Stories in Global Literature Literature: history themes analysis Turkish Literature and Culture

Publication details

Journal / source
Dicle Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Dergisi
Issue
41
Publication date
12 January 2026