JÎYANA JINÊN DENGBÊJ JI ALÎYÊ ZAYENDA CIVAKÎ VE

Read full text
Authors: Leyla Kaplan
Cited by: 0
References: 10

Abstract

Zayend wekî têgih ji alîyê bîyolojîk ve jinbûn an jî mêrbûnê ra têkildar e lê zayenda civakî nasnameyên zayendî ne ku wan piştî bar û berpirsyarên civakî yên di wext û demên cuda da li ser jin û mêran hatine barkirin derdikevin holê. Em di zayendê da li ser cudahîyên bîyolojîk sekinîne lê di zayenda civakî da me cudahîyên ku bi rêya nirxên civakî hatine çêkirin destnîşan kirine. Wekî cureyekî pêşdarazîyê stereotîpên zayenda civakî tevger û taybetmendî ne ku civak wekî kom ji jin û meran hêvî dike. Stereotîp, di hemû çandan da ne wekî hev in û li hemberî guherînê li ber xwe didin. Di vê xebatê da jîyana jinên dengbêj ên navdar ên wekî Meryem Xan, Sûsika Simo, Fatma Îsa, Belga Qado, Zadîna Şekir û Aslîka Qadir ji alîyê stereotîpên zayenda civakî ve hatîye vekolandin. Ji ber ku wextekî, gihîştina dengê jinê bo mêran nexweş dihat dîtin jinên dengbêj berdêlên giran dane û li hemberî stereotîpên civakî li ber xwe dane. Wekî encam hatîye dîtin ku jinên dengbêj/stranbêj hem di nav malbatê da hem jî di nav civakê da li hember stereotîpên zayenda civakî bi têkoşînê jîyana xwe borandine.

Fields of Study & Subjects

Gender and Feminist Studies Folklore Mythology and Literature Studies Cultural and Sociopolitical Studies

Publication details

Journal / source
Dicle Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Dergisi
Issue
41
Pages
1–18
Publication date
12 January 2026