BANDORA PERWERDEYA PÊŞXWENDİNGEHÊ LI SER HUNERÊN AXAFTINÊ YÊN DUZIMANÎYÊN PÊŞXWENDINGEHÊ DI ÇARÇOVEYA KODGUHERÎNÊ DE
Abstract
Guherîna zimanî di zarokên duzimanî de di bin bandora perwerde û malbatê de ye û ev yek bandorê li parastina zimanê mîrasê dike. Ev xebat, tevgerên bikaranîna zimanî yên zarokên duziman yên Kurdî-Tirkî yên di temenê berî xwendingehê de bi bandora faktorên wekî zimanê perwerdeyê, şêwaza axaftina malbatê, xwepêşandana derdorê, têketina teknolojîk û cureya duzimanîbûnê lêkolîn dike. Armanc ew e ku were têgihiştin ka ev faktor çawa tevgerên guherîna zimanî şekil didin û beşdariya wan ji bo pêşveçûna zimanê mîrasê çi ye. Rêbaz wekî analîza nîtel hatiye bikaranîn; di destpêka proseya perwerdeyê de nêrînên malbatan bi forma rewşa zimanî ya malbatê û bikaranîna zimanî ya zarokan jî bi pêştesteke zimanî û di dawiyê de bi forma nirxandina proseya perwerdeyê û bi paştesteke zimanî hatine wergirtin, dane bi awayekî nîtel hatine nirxandin. Girîngîya xebatê di wê yekê de ye bandora bi zimanê zikmakî perwerdehê nîşan dide, loma jî ji bo polîtîkayên pirsimanî datayên zanistî peşkeş dike. Nêrînên malbatan diyar dikin ku zarokên perwerdeya Kurdî digirin di zimanê mîrasê (kurdî) de pêşveçûn nîşan didin û guherîna zimanî wekî amûreke danûstandinê ya stratejîk bikar tînin, lê yen ku perwerdeya tirkî digirin zimanê wan yê mîrasê lawaz dibe. Raportên malbatan piştrast dikin ku malbatên di bikaranîna zimanî de tevlihev guherîna zimanî zêde dikin, lê malbatên bi temamî bi Kurdî diaxivin zimanê mîrasê diparêzin. Polîtîkayên zimanî yên li Tirkiyeyê zimanên kêmîne sînordar dikin û metirsiya wendabûna zimanî zêde dikin; perwerdeya bi zimanê mîrasê vê metirsiyê kêm dike û pirzimanîbûnê piştgirî dike. Encam nîşan didin ku perwerdeya bi zimanê mîrasê dewlemendîya zimanî diparêze û pêşveçûna pirzimanîbûnê bi hêz dike.
Fields of Study & Subjects
Linguistic and Sociocultural Studies
Linguistics
Language Diversity
and Identity
Language and Culture
Publication details
- Journal / source
- Dicle Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Dergisi
- Issue
- 41
- Pages
- 1–26
- Publication date
- 12 January 2026