STEREOTÎPÊN ZAYENDA CIVAKÎ DI EDEBÎYATA GELÊRÎ YA KURDÎ DA BI MÎNAKÊN DESTANAN
Abstract
Destan cureyeke edebî ye ku nirxên kolektîv û çandî ya neteweyan, nirxên wan ên dîrokî û lehengên hatine îdealîzekirin bi taybetmendîyên derasayî tevî hev dike û nifş bi nifş vediguhêzîne. Stereotîpên zayenda civakî darazên normatîf in û bi awayekî çandî hatine avakirin. Ew, li gor rolên jin û mêran tevger, helwest û bendewarîyên takekesan sînordar dikin. Ev daraz, wekî gelek qadên jîyanê di destanan da jî cih girtine û şop hîştine. Armanca vê xebatê ew e ku bi rêya rolên jin û mêrên di destanên kurdî da, dîyar bike gelo stereotîpên zayenda civakî di destanan da çawa cih digirin. Di xebatê da ji rêbazên lêkolînê ya çawanî gotar (discourse) û tehlîlkirina gotara rexneyî (critical discourse analysis) hatin bikaranîn. Gotar, li ser hilberîn û watedarbûna zimên, di konteksta civakî da lêkolîn dike. Di gotara rexneyî da, armanc ew e ku têkilîyên di navbera hêz û gotar, îdeolojî û newekhewîyên civakî da eşkere bike. Di xebata me da wekî encam dikare were gotin ku di destanên kurdî da stereotîpên zayenda civakî yên ji jinan tên hêvîkirin ev in: divê jin pasîv, hestîyar, fedakar, şermok û di rêza duyemîn da bin. Li alîyê din taybetmendîyên ji mêran tên hêvîkirin bêtirs, dilêr û desthilatdarbûna wan e. Lê di metnên destanan da mînakên dijî stereotîpên zayenda civakî jî hatin dîtin wekî hestîyarbûna mêran, girîna wan û şermokbûna wan. Analîzkirina stereotîpên zayenda civakî yên di destanên kurdî da dibe alîkar ku mirov fahm bike gelo ji hêla çand û dîrokê ve rolên jin û mêran çawa têne avakirin. Ji vî alîyî ve xebata me ji bo têgehiştina bandorên çandî yên li ser normên zayenda civakî, giring e.
Fields of Study & Subjects
Media Discourse and Social Analysis
Literary Theory and Cultural Hermeneutics
Cultural Identity and Representation
Publication details
- Journal / source
- e-Şarkiyat İlmi Araştırmaları Dergisi/Journal of Oriental Scientific Research (JOSR)
- Publisher
- e-Sarkiyat Ilmi Arastirmalari Dergisi
- Volume
- 18
- Issue
- 1
- Pages
- 527–547
- Publication date
- 4 July 2026
- Language
- TR